Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona artêşa Tirk a li Colemêrgê bi berfirehî berdewam dike, Çiyayê Katoyê Marînûsê ji aliyê Kobra û Skorskiyan ve tên bombebarankirin.
Li gundê Marînûsê yê di navbera sînorê Şirnex û Colemêrgê de ye pevçûn qewimîn. Di pevçûnê de çawîşêkî pispor hat kuştin û 3 leşkerên pispor jî birindar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî, hejmara leşkerên hatine kuştin zêdetir in.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk di çarçoveya operasyona piştî pevçûnê daye destpêkirin de çiyayê Katoyê Marînûs, zozanên Astenga Tepeyî, Warê Mîra, Nava Deştê û Toremêşê mobmebebaran dike. Hat ragihandin ku şivan û mêşvanên li herêmê, ji cihê operasyon lê hatine dûrxistin.
BER BI QEREQOLA SÎNOR VE VEGUHESTINA LEŞKERÎ
Ji aliyeke din ve, hat zanîn ku şevê din demjimêr di 23.00 de karwaneke ji 100 wesayîtên zirxî yên li ber mayînan xwegir pêk dihat, ji 21’emîn Fermandariya Tûgaya Geverê veguhestine 34. Tûgaya Sînor a Şemizînanê. Hat zanîn ku karwan di bin ewlekariyeke berfireh de bi rê ket û leşkeran şandin qereqolên ji nû ve li ser deverên sînor ên Robark û Garê hatine çêkirin.