Li Colemêrgê 5 tîmên taybet hatin kuştin

Li Colemêrgê 5 tîmên taybet hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di pevçûna li Colemêrgê qewimî de 5 tîmên taybet hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di çalakiya li ser rêya Dihê û Şirnexê 3 maşîne hatine şewitandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de got, “Di 23'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li ser riya Şirnex û Diha Sêrtê 3 wesayitên kar ên şîrketeke xebatê rê yên bi armancê leşkerî çêdike, hatiye şewitandin û rûxandin.”

Di daxuyayniyê de der barê peçvûna li Colemêrgê de jî ev agahî hatin dayîn; “Di 24'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de li navenda Colemergê li dijî Çela Cengê ya Kato Marînosan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 5 tîmên taybet hatiye kuştin, 3 tîmên taybet jî birîrndar bûye. Gerîlayên me her weha çekeke BKC jî desteser kiriye. Di 25'ê Hezîranê de di saet 05.00'an de leşkerên dijmin bi piştgiriya 2 helîkopterên kobrayan li herêmê daxistiye, kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye û li dijî herêmê operasyonek daye destpêkirin. Operasyona li herêmê di 25'ê Hezîranê danê êvarî paş ve vekişiyaye.”

HPG’ê got; “Di 24'ê Hezîranê de di saet 14.00'an de li navenda Colemergê li nêzî qereqola Peyanûsê di navbera leşkerên dijmin ê derketiye operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”