Li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ku li dijî hewldanên qetlîamê ya hêzên AKP'ê li ber xwe didin zarokê 35 rojî ya bi navê Muhammed Tahîr Yaramiş ji ber ku polîsan nehiştin ambulans bikeve taxê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê 4 welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan jî polîs destûr nade ku bên definkirin, cenazeyê Muhemmedê biçûk jî birin mizgefta ku cenazeyê Saît Çavdavul ê ji aliye polîsan ve hate qetilkirin tê rawestandin.
Li taxên Sûr, Nûr, Yafes û Cûdî yên navçeya Cizîra Şirnexê tîmên taybet amadekariya qetlîamê dikin welatî berxwedana xwe ev du roj in didomînin. Li navçeya ku derketina kolanan hate qedexekirin tîmên taybet 4 tax ji girên bilind bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û taxan gulebaran dikin. Êrîşa polîsan ber bi sibehê hinekî kêm bû jî piştî nîvro polîsan dîsa êrîşî taxên Cûdî û Nûrê kirin.
GEL DI XWEPARASTINÊ DE YE
Li navçeya ku dorpêç û êrîşa polîsan didome gel kolan û cadeyên ku sekvan dibînin bi branda û perdeyan ve girtine. Li ber perdeyan êrîşa polîsan didome û li hundirê taxan jî berxwedana gel didome. Gel bi tilîlî û dirûşman ve bersivê didin êrîşan û ev 3 roj in di nava berxwedanê de jiyana komunal jî li kolanan dihûnin. Li kolanan sifreyên hevpar tên danîn û gel dibêje ku navçeyê serobino bikin jî ew ê ji kolanan xwe dernexînin.
Polîs bi şev lambeyên wesayîtên zirxî vedimirînin û cadeya Hezex, Aşt Tepesî, Cadeya Botaşê, Cadeya Yafesê û Dortyolê gulebaran dike.
NAVÇE DI BIN AMBARGOYÊ DE YE
Polîsan hemû rêyên ji Hezex, Silopiya û Nisêbînê tên navçeyê girtine û destûrê nadin esnaf dikanan vekin. Polîs hemû welatiyên ku dibîne gulebaran dike û li taxên Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê bi dehan mal, kargeh û wesayît gulebaran kirin. Welatî li kolanan berxwedana xwe didomînin û ji ber ku elektrîk qûtkirî ye jî welatî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Li hin taxan şîr, mamaya zarokan û xwarin qediyaye, lê li gel vê yekê jî welatî dibêjin ku ew nanê hişk bixwin jî ew ê li kolanan veneqetin.
CENAZE JÎ ASTENG KIRIN
Cenazeyê ciwanê bi navê Saît Çagdavul (19) ê ku şevê din li Taxa Nûr di encama parçeyên şarapnelê yê polîsan li bedena wî ketîn jiyana xwe ji dest da ji duh ve li Mizgefta Taxa Nûr tê sekinandin. Cenazeyê Çavdavul ji ber polîsan destûra ambulansê neda bikeve tax li tax tê sekinandin û heke karên otopsiyê bên kirin wê defin bikin.
ZAROKÊ 35 ROJÎ JİYANA XWE Jİ DEST DA
Li Taxa Nûr şevê din zarokê 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramîş ê nerihet bû û ji ber polîsan destûr nedan ambulans bikeve tax şevê seat di 03.00'an de jiyana xwe ji dest da. Bavê Yaramiş Abdullah Yaramiş diyar kir ku piştî zarokê wî nerehet bû li beşa lezgînî ya 112'an geriya û ambulans heya Kolana Saltan a 100 metreyan dûrî malê hat û wiha got: "Wesayîta zirxî ya li serê kolanê disekînî destûr neda ambulans bê cem mala me. Piştî ambulans demekê li wir ma ji wir çû." Cenazeyê Yaramiş birin mizgeftê, cenazeyê Saît Çagdavul û li wir disekine. Welatiyên ji aliyê polîsan ve hatin birîndarkirin jî li malan ji aliyê welatiyan ve tên dermankirin û der barê birîndaran de ti agahiyek zelal nehat bidestxistin.
ÊRÎŞÎ ROJNAMEVANAN KIRIN
Li bajar hewldana polîsan a komkujiyê berdewam dike û rojnamevanên dixwazin geşedanan ji raya giştî re rabigihînin dibin hedefa polîsan. Nûçegihanên DÎHA'yê yên li taxên Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê geşedanan dişopînin ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin.
CENAZE NAYÊN DEFINKIRIN
Cenazeyên Saît Çagdavul, zarokê 35 rojî Mehmet Tahîr Yaramiş, Mehmet Emîn Levent ê ku roja borî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û cenazeyên welatiyên Haci Ata Borçîn (70) û Xetban Bulbul (65) ên ji ber bombeyan qeyrana dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan nayên definkirin.