Li Cizîrê zaroka 3 salî birîndar bû
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya di bin dorpêça tîmên tevgera taybet de ye, danê êvarî di encama bomberdûmanê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yek ji wan zarokan 3 salî ye.

Li Cizîrê li hember dorpêça leşker û tîmên taybet ji heft salî heta heftê salî mirov derketine kolanan. Hat ragihandin ku sekvanên Tirk ên li girên strtejîk ên navçeyê hatine bicihkirin gel hedef digirin.
Hat diyarkirin ku li Taxa Nûh zaroka 3 salî ji lingê xwe birîndar bûye. Hat ragihandin ku li taxa êrîşên dijwar lê diqewimin, polîsên Tirk bi hinceta ‘ewlekariyê’ nahêlin birîndaran rakin nexweşxaneyê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku ji bo zaroka 3 salî rakin nexweşxaneyê bang ambulansê kirin, lê polîsan bi hinceta ewlekariyê destûr nedane ambulans bikeve taxê.