Li Cizîrê yekî giran birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê terora dewletê didome, Velî Mujde (38) ji 6 kesên ku ji ber topa hewanê ya hêzên dewleta Tirk bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 33. de didome û bi rojane hêzên dewletê bi tankan taxan topbaran dikin, vê carê jî leşkeran bi topên hewanê êrîş pêk anîn. Di encama topek hewanê li maleke li taxa Şahê ket de li gor tespîtên yekemîn herî kêm 3 jê giran 6 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansa hate cihê bûyerê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Velî Mujde (38) ê di êrîşê de parçeyê şarepnelê li qirika wî ket li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îbrahîm Ozdemîr û Suheyl Sabir ên bi giranî birîndarbûne jî tedawiyên wan didomin.

Her wiha gel li kolanan kom bûn û li dijî êrîşan bertekan nîşan didin.