Li Cizîrê rewşa dawî: 66 kes hatin înfazkirin, ji 73 kesan agahî nayê girtin!
94 li Taxa Cûdî, 45 li Taxa Sûrê bi giştî ji 139 kesan heta niha di êrîşan de 66 kes hatin qetilkirin.
94 li Taxa Cûdî, 45 li Taxa Sûrê bi giştî ji 139 kesan heta niha di êrîşan de 66 kes hatin qetilkirin.
94 li Taxa Cûdî, 45 li Taxa Sûrê bi giştî ji 139 kesan heta niha di êrîşan de 66 kes hatin qetilkirin.
Di roja terora dewletê ya 58’an de êrîşên hêzên dewleta Tirk a li ser avahiyên ku li Cizîrê birîndar tê de asê mane dewam dike. Heta niha di êrîşên li hember jêrzemînên birîndar lê ne yên li kolanên Bostanci û Narîn ên Taxa Cûdî û Taxa Sûrê de 66 kes hatin qetilkirin.
JÊRZEMÎNA YEKEMÎN: 15 BIRÎNDAR Û JI 9 KESÊN LI GEL WAN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN
Li Kolana Bostanci ya Taxa Cûdî ya Cizîrê 31 kesan xwe avêtin malekê, birîndarên di encama topbaranên 23^ê Çileyê de ev 19 roj in li benda birina nexweşxaneyê ne. Ji birîndaran 7 kes ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, ji 15 birîndar û 9 kesên li gel wan jî ev 11 roj in agahî nayê girtin. Hevdîtinên bi rayedarên dewletê re bi temamî bê encam man. Hewldanên rizgarkirina birîndaran a heyeta HDP’ê û kedkarên tendirustiyê yên endamên TTB û SES’ê hat astengkirin. Ambûlansên Şaredariya Cizîrê bi rojan ji bo bikeve kolana birîndar lê ne xwe caribandin lê her carê ji aliyê hêzên dewletê bi hinceta, ‘şer heye’ hatin astengkirin. Di jêrzemîna avahiya ku qatên jor di êrîşan de bi temamî hilweşiyane de ji bo birîndaran ne av ne xurek ne jî alavên pansûmanê hene. Bodrûma di raya giştî de wek ‘jêrzemîna hovîtiyê’ tê zanîn ji 15 birîndar û 9 birîndarên li gel wan re bûye mîna darbestekê.
JÊRZEMÎNA DUYEMÎN: JI 62 KESAN 39 HATIN QETILKIRIN JI 23’AN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Avahiya 62 birîndar lê ne ya li Kolana Narîn a Taxa Cûdiyê bi topbarana tankan hat bomberdûmankirin. Ji ber agirê di qata avahiyê ya ji ber topbaranê derket xwe avêt jêrzemînê 9 kesan bi şewitînê jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de zarokê 16 salî yê bi navê Abdullah Gun dema xwest derkeve pêşiya avahiyê ji aliyê hêzên dewletê hat qetilkirin. Hêzên dewletê 7’ê Sibatê li hember avahiyê operasyon li dar xistin. Êrîş cara yekemîn ji aliyê TRT’ê wek “60 terorîst hat îmhakirin” hat dayîn. Ji bo nixumandina qetlîmê, rayedarên dewletê daxuyaniyên cur bi cur dan. Serokwezîrê Tirk Davûtoglû nûçeya TRT’ê derewand û got daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya ’10 kes hatin kuştin’ esas digirin. Duh danê êvarî dema Ambûlansên Şaredariya Cizîrê çûn taxê, cenazeyên şewitî û parçebûyî yên 27 kesan rakir nexweşxaneyê. Îro ji taxê 12 cenazeyên din jî hat girtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Aqûbeta 23 kesên avahiyê hê jî nayê zanîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li gor agahiya roja herî dawî ji birîndaran girtine, 10 cenaze û 52 kes li wir in, got gumanên wî hene ku tevahî mirovên di jêrzemînê de di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane.
JÊRZEMÎNA SÊYEMÎN: 20 KES BI ŞEWITANDINÊ HATIN QETILKIRIN; JI 25 KESAN AGAHÎ NÎNE
Îro jî li Taxa Sûrê li hember avahiya ku 45 birîndaran xwe avêtinê hêzên dewletê bi tankan êrîş kirin, qatên jor hilweşandin û polîsan beşek jêrzemînê bi benzînê şewitandin. Di agir de ji birîndaran 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. 25 birîndar jî bi înfazê re rû bi rû ne. Di nav birîndaran de Hevseroka berê ya HDP’ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç jî heye, di têkîliya herî dawî ya bi wê re hat danîn de, got, dîwarên jêrzemînê hilweşiyane û ji wesayîtên zirxî yên sirûda Mehterê vekirine bombeyên gazê davêjine hundir, ji ber vê nikarin bêhnê bigirin. Koç wiha got: “Em nikarin bêhnê bigirin, rewşa birîndaran giran e.”