Li Cizîrê dewleta Tirk ciwanekî din qetil kir

Ciwanê bi navê Yakûp Isirgan li Cizîrê di gulebarana hêzên dewleta Tirk de hat qetilkirin.

Ciwanê bi navê Yakûp Isirgan li Cizîrê di gulebarana hêzên dewleta Tirk de hat qetilkirin.

Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ku terora dewletê lê didome, tîmên taybet û leşkeran ji wesayîtên zirxî gule barandin û Yakûp Isirgan birîndar kirin. Dema gel hewl da Isirgan bibe nexweşxanyê di encama gulebarana duyemîn a tîmên taybet de gule li bedena wî ket û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Isirgan ji ber ambûlans nayê, li taxê tê ragirtin.

Her wiha Cenazeyê Abdûlselam Yilmaz ê li pêşiya mala wî ya li Taxa Nûrê di gulebaran tîmên taybet de jiyana xwe ji dest da û ji ber êrîşan li taxê dihat ragirtin, piştî saetan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.