Li Cizîrê dengê çekan tê

Li navçeya Cizîrê piştî Walîtiyê kolan li welatiyan qedexe kir, li taxên Nûr, Cûdî, Sûr, Yafes û gelek taxên din gel daket kolanan û dest bi çalakiyê kir. Niha li gelek taxan dengê çekan bilind dibe.

Li navçeya Cizîrê piştî Walîtiyê kolan li welatiyan qedexe kir, li taxên Nûr, Cûdî, Sûr, Yafes û gelek taxên din gel daket kolanan û dest bi çalakiyê kir. Niha li gelek taxan dengê çekan bilind dibe. Hat diyarkirin ku li gelek nuqteyan şer derketiye.

Walîtiya Şirnexê saet ji 20.00'an û şûn ve kolanên Cizîrê li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê biryar girt ku heta emrekî din welatî dernekevin kolanê. Piştî walîtiyê biryar girt, bi hezaran tîmên taybet sewqî navçeyê hatin kirin. Piştî biryara Walîtiyê, leşker, polîs û tîmên taybet xwe amade dikin ku bi tank, maşîneyên zirxî têkevin navenda Cizîrê. Li aliyê din jî welatî derketin kolanan û vê rewşê şermezar dikin. Hat zanîn ku leşker û polîsan navçe dorpêç kiriye û ketin û derketinên taxan girtine. Piştî tîmên taybet û polîs bi maşîneyên zirxî ketin taxên Nûr, Cûdî, Sûr, Yafesê. Bi ketina tîmên taybet û polîsan de dengê çekan ji nava taxan bilind bûn. Hat zanîn ku li gelek nuqteyan şer derketiye.