Li Cizîrê ya Şirnexê bombe avêtina mala Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren û Alîkarê Şaredar Nesîm Guven ku ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû lidarxistin, hate şermezarkirin.
Şeva din kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar bombe avêtibûn malên Şaredarê Cîzirê Mûstafa Goren û Alîkarê Şaredarê Cizîrê Nesîm Guven. Komek li ber avahiya şaredariyê kom bûn û êrîşê şermezar kirin. Li ser navê koma ku di nav de Şaredarê Cizîrê Mûstafa Goren, rêvebir û endamên BDP'ê ya Cizîrê, xebatkarên şaredariyê, endamên meclîsa şaredariyê, Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Sîtiya Zîn, KURDÎ-DER, Navenda Huner û Çanda Mem û Zîn, DÎSK, KESK û Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiya Melayê Cizîrî hebû, Azad Ogûr daxuyanî xwend. Azad, êrîşê şermezar kir.
Azad wiha got: "Em bang dikin, bila dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj, riziyayî û alçax berdin û li hemberî vîna gelê me rêz bigirin. Em li hemberî van tiştan serî natewînin."