Li Cizîrê bi hewanan êrîş kirin: 3 jê giran 6 kes birîndar bûn

Li Cizîrê ku êrîşên terora dewleta Tirk didomin, topa hewanê ya hêzên dewletê avêtin li malekê ket. Di vê êrîşê de 3 jê giran 6 kes birîndar bûn.

Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 33. de didome û bi rojane hêzên dewletê bi tankan taxan topbaran dikin, vê carê jî leşkeran bi topên hewanê êrîş pêk anîn.

Di encama topek hewanê li maleke li taxa Şahê ket de li gor tespîtên yekemîn herî kêm 3 jê giran 6 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansa hate cihê bûyerê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.