Li Cizîrê danê êvarî li dijî hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin taxên Nûr û Cûdî rastî bersiva hêzên parastina gel hatin. Di şerê ku 2 wesayîtên Kobra hatin îmhakirin de gelek leşker û polîs hatin kuştin.
Li dijî hêzên dewletê yên hewl dan bikevin Taxa Nûr a navçeya Cizîr a Şirnexê, hêzên parastina gel bersiva tund da. Dema pevçûnan de hêzên dewletê bi tank û kobrayan hewl da ji cadeyên Akaydin û Kuramî bikevin taxê. Dema hewldanê de teqînek dijwar pêk hat. Di teqînê de wesayîtek zirxî ya Kobra bi temamî hat îmhakirin. Di Kobrayê de tevahî leşker û polîs mirin.
TAX DAN BER TOPAN
Piştî teqînê ji tankan tax hat topbarankirin. Di encama topbaranê de li hin malan şewat çêbû, hin malan ji xisar dîtin. Piştî şerekî nêzî saetekê hêzên dewleta Tirk neçar man ji taxê bikişin. Parçeyên wesayîtên zirxî ji qada pevçûnê dûr xistin. Mirî û birîndar bî wesayîtên zirxî ji cihê pevçûnê derxistin.
LI CÛDÎ TEQÎNA 2’EMÎN
Wesayîta zirxî ya Kobra ya ji Girê Caferî Sadik a Taxa Cûdî hewl da ber bi taxê pêş de biçe jî hat îmhakirin. Di encama teqînê de wesayîta bêkêr bû bi tankan ji cihê bûyerê kişandin. Hate ragihandin ku helîkopterên ji Tabûra Tankan rabûn mirî û birîndarên dewleta Tirk rakirin Şirnexê.