Li Cizîrê 2 cenazeyên hatin revandin bi awayek korsanî hatin defnkirin
Li Cizîrê cenazeyên 2 welatiyên di encama êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin bêyî malbat bên agahdarkirin bi awayekî korsan hatin definkirin.
Li Cizîrê cenazeyên 2 welatiyên di encama êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin bêyî malbat bên agahdarkirin bi awayekî korsan hatin definkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di rojên destpêkê yên êrîşên qirkirinê de Abdûlazîz Aslan ê li Taxa Cûdî hat qetilkirin û Veysî Elçî yê beriya 2 rojan hat qetilkirin hatin defnkirin. Cenazeyê Abdûlazîz Aslan ê ku piştî karên otopsiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyê wî hat revandin û nehat zanîn ku bê ka cenaze li kû derê digirin, hat diyarkirin ku li Goristana Taxa Yafesê hatiye defnkirin.
Cenazeyê Veysî Elçî yê di êrîşên dewletê yê 2 roj berê li mala xwe ya li Taxa Nûrê hat qetilkirin jî li Goristana Asrî ya Cizîrê hatiye defnkirin. Malbatên diyar kirin ku dema defnkirina cenazeyên hatin revantin ti agahî nedane wan, destnîşan kirin ku defnkirina korsan a dewletê qebûl nakin.
Malbatan da xuyakirin ku wê dîsa ji bo cenazeyên xwe li gor kevneşopiyên xwe merasîmê çêkin.