Li Cizîr û Silopiyayê li dijî ambargoyê çareserî jiyana komunal e

Li Cizîr û Silopiyayê, ku êrîş, dorpêçî û ambargoya li ser ev 14 roj in dewam dikin, gelê navçeyan berxwedana xwe bi ruhekî mezin ê piştgirî û alîkariyê dimeşîne.

Li Cizîr û Silopiyayê, ku êrîş, dorpêçî û ambargoya li ser ev 14 roj in dewam dikin, gelê navçeyan berxwedana xwe bi ruhekî mezin ê piştgirî û alîkariyê dimeşîne. Li her kolanê, çend mal li hev dicivin û bi hev re pêdiviyên xwe tedarik dikin.

Li navçeyên Şirnex Cizîr û Silopiyayê, êrîşên di bin navê 'qedexeya derketina derve' de bi tank, top û çekên giran tên kirin, ev 14 roj in didomin. Li navçeyan hem elektrîk û av hatiye birîn hem jî girtina şebekeyên telefonê re hewl tê dayîn têkiliya gel bi derve re were birîn. Yek ji armancên sereke yên êrîşan koçberkirina gel e û ji bo vê jî ambargoyeke dijwar a xwarinê tê meşandin. Gelê Cizîr û Silopiyayê, li dijî dorpêçî û ambargoyê, ji bo xaka xwe neterikîne, piştgiriya bi hev re mezin dike.

LI DIJÎ AMBARGOYÊ JIYANA KOMUNAL

Ji bo tedarikkirina pêdiviyên xwe yên jiyanî, li her kolanê 4 an jî 5 malbat li maleke ewle dicivin û li hemberî ambargo û êrîşan li ber xwe didin. Ev malbatên li cihekî ewle li hev dicivin, di heman demê de jiyanê jî hevpar dikin. Li van malên û alîkariyeke mezin tê kirin, jiyana rojane ya hevpar tê birêxistinkirin. Ji lêxistina nan heta paqijiyê, her kes bi hev re tevlî jiyana rojane dibin.

'GEL DERIYÊ XWE LI HEV VEDIKIN'

Ji bo nobedarên li ber xendek û bendan li dijî êrîşan disekinin, hemû komun xwarinê çêdikin. Dayikên ku xwarina çêdikin li ciwanan belav dikin, herî kêm bi qasî ciwanan di nava berxwedanê de cih digirin. Gelê Cizîrê, tevî ciwanan deriyê xwe li bi dehan mirovên hatine malên ewle vedike û odeyên xwe parve dike.

'EM HER TIŞTÎ BI HEV RE ÇÊDIKIN'

Xanim Magî ya bi malbata xwe re li mala cîrana xwe bi cih bû, anî ziman ku tevî 14 rojan jî ew li hemberî zext û êrîşan li ber xwe didin û ya ji destê wan tê dikin. Magî got, "Mala me li jorê taxa Cûdî bû. Ji ber ku tankan gelekî li wir didan em hatin vê derê cem cîranên xwe. Li malên ewle em çend malbat bi hev re dijîn û ji bo debara xwe bikin, bi hev re tevdigerin. Em nan bi hev re lê dixin, xwarinê bi hev re çêdikin."

'EM TÊKOŞÎNA XWE YA BI RÛMET DIDOMÎNIN'

Magî diyar kir ku ew ê tax û bajarê xwe neterikînin û anî ziman ku ew 4 malbat li malekê dimînin. Magî got, "Em niha 25 kes li heman malê ne. Elektrîka me, ava me nîne. Nexweşên me hene. Em nikarin derman werbigirin. Li hemberî hemû neyîniyan, em ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin. Ti hêz nikare gelê Kurd biqedîne."

'MAMOSTEYÊN ÇÛNE EGER HINEKÎ BI RÛMET BIN, WÊ CAREKE DIN VENEGERIN'

Magî da xuyakirin ku dewlet li hemberî Kurdan cihêkariyê dike û bal kişand ser vekişandina mamosteyan ji navçeyê. Magî got, "Madem em hemû terorîst in, çima mamosteyên wan tên perwerdeyê didin zarokên me. Eger şeref û rûmeta mamosteyên Cizîr terikandine hebe, ew ê careke din neyên û zarokên terorîstan perwerde nekin. Ew bên jî em ê êdî zarokên xwe neşînin dibistanê."

'BILA NANÊ ME TINEBE, LÊ ME BI SER BIKEVIN'

Serme Artak ku ji ber top li mala wan ket û ji neçarî xwe li mala cîranan wergirt anî ziman ku ew tevî çend malbatan dijîn. Artak diyar kir ku bi zêdebûna êrîşan re piştgirî û hezkirina nava gel xurttir bûye. Husniye Tul jî tevî ku pîreke extiyar e, destnîşan dike ku tevî hemû êrîş û zextan jî ew ê berxwedana xwe bidomînin. Tul got, "Bila nan, elektrîk û ava me nebe, bi tenê bila berxwedana gelê Kurd bi ser bikeve. Daxwaza me ya bi tenê, serketina berxwedana bi rûmet a gelê Kurd e."

'LI ŞÛNA NAN, KADESÎRK'

Yek ji navçeyeke din a rastî êrîşên giran tê Silopiya ye. Li Silopiyayê gel bi jiyana komunal re ambargoyê pûç dike. Jinên ku pêşengiyê ji jiyaan hevpar re dikin, her roj nan lê dixin. Di dema ku firsendê ji ber êrîşên giran nabîne ku nan lêxin, borekê bi penêr 'Kadesîrk' amade dikin.

'KUJER JÎ ZALIM JÎ EW DIN'

Fadîle Demîr (48) axaftinên Serokkomar R. Tayyîp Erdogan û Serokwzîr Ahmet Davûtoglû dinirxîne. Demîr gotina 'Em welatiyên xwe yên Kurd ji zilma terorê rizgar dikin' a Erdogan û Davûtoglû bibîr xist û got, "Derewan dikin. Bi topbaran û êrîşa bi çekên giran re hewl didin bi zorê me koçber bikin. Dûre nan didin destê mirovan û li pêşiya kamerayan dibêjin 'Me ev mirov ji terorê rizgar kirin'. Terorîstê herî mezin, zalimên herî mezin ew in."