Li Cizîr û Silopiyayê berxwedana gel a li dijî êrîşên dewletê di roja 14. de ye

Li Cizîr û Silopiyayê, êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û berxwedana gel a li hemberî komkujiyan, di roja 14. de ne.

Li Cizîr û Silopiyayê, êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û berxwedana gel a li hemberî komkujiyan, di roja 14. de ne.

SILOPIYA

Li taxên Cûdî, Nûh, Barbaros, Şehîd Harûn, Karşiyaka û Başak ên Silopiyayê, dewleta Tirk duh bi şev jî bi polîs û leşkerên xwe tevî tank û maşînên zirxî êrîşî gel kir. Êrîşan danê sibehê careke din destpê kirin. Hat ragihandin ku leşker û polîsên taybet ên Tirk ketine nava taxên xendek û bend lê nînin, li van deran gefê li şêniyên taxan dixwin û dixwazin bi zorê gel koçber bikin.

Polîsên tevgrea taybet bi gotina 'li vê taxê meleyekî terorîst heye' duh gule berdabûn mele Hasan Sanir û ew qetil kiribûn. Cenazeyê Sanir hînê li malê tê ragirtin. Dewleta Tirk li taxên ku nikare leşker û polîsên xwe bixe navê, bi tank û topan hedef digire. Ji ber bomberdûmanê gelek malan zerar dîtin.

CIZÎR

Li taxên Cûdî û Nûr ên Cizîrê, êrîşên hêzên dewletê duh bi şev jî dewam kirin. Li her du taxên ku berxwedana xwerêveberiyê didome, rastî êrîşa çekdarên dewletê ya bi tank, top û çekên giran tên.

Li aliyê din, leşker û polîsên Tirk duh bi şev hewl dan xwe berdin nava taxa Cûdî. Hêzên xweparastinê yên li taxê bi vê êrîşa leşker û polîsên Tirk hesiyan û bersiv dan. Şerê li vê derê derket, tevahiya şevê dewam kir û hewldana êrîşî ya hêzên dewleta Tirk hat şikandin.

Hat ragihandin ku di vî şerî de leşker û polîsên hatine kuştin û birîndar bûne hene û bi helîkopterên ji Tabûra Tankê rabûne, cenaze û birîndarên hêzên dewleta Tirk rakirine Şirnexê.

Danê sibehê jî welatiyê bi navê Alî Tetîk (34) ê li ber deriyê dikana xwe disekinî bû hedefa polîsên taybet ên Tirk. Tetîk ê ji sînga xwe bi guleya hêzên dewletê birîndar bû, bi hewldana welatiyan rakirin nexweşxaneyê.