Li Çiyayê Ramanê 'hespên azad'
Li Êlihê, piştî ku çanda faytonkariyê di sala 1960'î de qediya, hespên di vî karî de dihatin bikaranîn hatin berdan. Ev hespên hînê şert û mercen jiyana bejî bûne, bi awayekî azad digerin.
Li Êlihê, piştî ku çanda faytonkariyê di sala 1960'î de qediya, hespên di vî karî de dihatin bikaranîn hatin berdan. Ev hespên hînê şert û mercen jiyana bejî bûne, bi awayekî azad digerin.
Li Êlihê, piştî ku çanda faytonkariyê di sala 1960'î de qediya, hespên di vî karî de dihatin bikaranîn hatin berdan. Ev hespên hînê şert û mercen jiyana bejî bûne, bi awayekî azad digerin. Rêveberê Çanda Tûrîzmê Emîn Bûlût dibêje, hespên li rojavayê Çiyayê Ramanê dijîn, sal bi sal zêde dibin. Bûlût da xuyakirin, ku ji bo herêma hesp lê dijîn weke 'parka neteweyî' bê îlankirin, ew di nava hewldanan de ne.
Hespên li herêma di navbera Çemê Dîcle û rojavayê Çiyayê Ramanê yê Êlihê de dijîn, bala mirovan dikişînin. Gundiyan diyar kirin, di salên dawî de mirovan gelek hesp kuştine û gotin, "Gelek kesên ji Kayseriyê hatin û hesp dikujin, gelek caran li ser sûc hatin zevtkirin. Em hespan diparêzin, lê em bi tenê têra parastina wan nakin."
Rêveberê Komeleya Tûrîzmê Emîn Bûlût da zanîn, ku ev hespên bejî, ew hespên beriya 60 salan di karê faytonê de dihatin bikaranîn e û got, "Li Êlihê, hespên ku piştî faytonkariyê di sala 1960'î de hatin berdan, li rojavayê Ramanê bi cih bûn û zêde bûn. Bi kerî diçin Çemê Dîcleyê û li wir avê vedixwin. Ev hesp li geliyên navbera rojhilat û rojavayê Ramanê dijîn. Bi awayekî kerî digerin, di nava xwezayê de ji xwe re jiyanek afirandine. Ji bo ev der bibe Parka Neteweyî, xebatên me dewam dikin."