Li Çewlik û Amedê 8 kes hatin girtin girtî

Li Çewlik û navçey aAmed Bİsmilê ji 18 kesên hatin binçavkirin 8 kes hatin girtin.

Li Çewlikê di 26'G gulanê de di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Ahmet Bayrî, Vedat Morkoyun, Mehmet Bulut, Necatî Korkankorkmaz, Ensarî Bor, Cihan Berdîbek û Hasan Kaya hatibûn binçavirin. Welatiyên hatin binçavkirin  sewqî dadgehê hatin kirin. 7 kesên ku ji ber îfadeyên şahidê nepen hatin lêpirsî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" "alîkarî dane rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 

Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê.

AMED

Li navçeya Bismilê ya Amedê jî ji 11 kesên di 26'ê Gulanê de hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. 11 kes bi daxwaza girtiyê sewqî dadgehê hatin kirin. Welatiyê bi navê Şeyhmus Aydin bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin, 10 kesên din hatin berdan.