Hêzên dewleta Tirk ên êrîşî vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd kirin, bi qetilkirina pitika di zikê dayika xwe de heta pitika 3 mehî, ji meleyê 70 salî heta jina li ber deriyê xwe, tabloyeke qirkirinê afirand. Di nava 15 rojan de, pitikek di zikê dayika xwe de û Mîray a 3 mehî jî di nav de 33 mirov ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên 15 rojên dawî re, di salvegera komkujiya Roboskî de Roboskiyeke nû anî serê gelê Kurd.
Hêzên dewleta Tirk ên ku qîma xwe bi qetilkirinê neanîn, ji bo şikandina vîna gel, îşkence li cenazeyan dike. Li Silopiyayê 9 cenaze hînê li malan e. Li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ku cenazeyên 14 sivîlan lê ne, ji ber ku cih tê de nîne bedena biçûk a Mîray a 3 mehî li ser sînga cenazeyekî din tê ragirtin.
LI SILOPIYAYÊ 14 SIVÎL HATIN QETILKIRIN, CENAZEYÊN 9 JI WAN LI MALAN E
Li Silopiyayê ku hêzên dewletê ev 15 roj in ji bo komkujiyê êrîşî gel dikin, heta niha 14 sivîl qetil kirin. Cenazeyên 9 ji van, ji ber gulereşandin û topbaranê, nikarin rakin nexweşxaneyan, lewma li malan e. Cenazeyê Taybet Înan (57) a ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin, ji ber êrîşên dewleta 7 rojan li naverastê ma. Di nava 4 rojên dawî de ji ber êrîşên hêzên dewletê 2 sivîlên din hatin qetilkirin.
Yek ji qurbanên dawî yên êrîşên hêzên dewleta Tirk, meleyê 75 salî Hasan Sanir bû. Sanir ê ku ji bo wergirtina erzaqê derket qatê 2'an ê mala xwe, bi guleya hêzên dewletê hat qetilkirin û cenazeyê wî hînê li malê tê ragirtin. Dengbêjê navdar ê Botanê Salih Erener (Salihê Şirnexî) jî ku nexweş ket û ji ber êrîşan nikarîbû wî rakin nexweşxaneyê, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyên ji ber qedexeyê nikarin bên veşartin û ji nexweşxaneyê re bên şandin, ev in: Huseyîn Guzel (70), Yûsûf Aybî (80), Yûsûf Înan (40), Şiyar Ozbek (25), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Ayşe Bûrûntekîn (40), Mehmet Mete (11) û Hasan Sanir.
MÎRAY A 3 MEHÎ QETIL KIRIN
Li Cizîra Botan jî ku qedexeya derketina derve û êrîşên dewletê yên li hemberî sivîlan di roja 15. de dewam dikin, tabloyeke komkujiyê derket holê. Ji 14'ê Kanûnê û vir ve tevî êrîşên giran, tank jî bombeyan li taxan dibarînin. Li navçeyê, heta roja îro, tevî pitikek di zikê dayika xwe de û Mîray a hînê 3 mehî bû, 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber topbarana tankan û êrîşên tîmên taybet ên bi çekên giran, Dogan Aslan (22), Hediye Şen (30), Îbrahîm Akan (15), Selahattîn Bozkûrt (70), Zeynep Yilmaz (40), Yilmaz Erz (42), Cahîde Çakil (35), Emîne Dûman (75), Dogan Îşçî (32), Mehmet Tekîn (32), Mehmet Saçan, Dîkran Sayaca, Azîme Aşan (50), Lutfu Aksoy û pitika di zikê Guler Yanalak a b heft mehan ducanî bû, jiyana xwe ji dest dan. Di 24'ê Kanûnê de li taxa Cûdî, ji ber topek li mala wî ket, ciwanê bi navê Ferdî Kalkan ê 20 salî jiyana xwe ji dest da. Di 25'ê Kanûnê de li taxa Yafesê, Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal ên birîndar bûn, ji ber ku piştî bi saetan rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dan. Mirina herî dawî ya ji Cizîrê hat bihîstin, kezeba mirovahiyê şewitand. Li taxa Sûrê, ji ber guleyên tîmên taybet ên Tirk, Mîray Înce ya 3 mehî jiyana xwe ji dest da. Kalê Mîray Ramazan Înce dema neviya xwe dibir ji ambûlansê re, ew jî bû hedefa guleyên tîmên taybet û jiyana xwe ji dest da.
Tevî van komkujiyan, hêzên dewletê nahêlin ku gel cenazeyên xwe veşêre. Ya ku herî zêde dilê mirovan diêşîne jî rewşa Mîray Înce ya 3 mehî ye, ku ji ber cih di morgê de nîne, bedena wê ya biçûk di hembêza cenazeyekî din de tê ragirtin.
Navên sivîlên cenazeyên wan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin ev in: Dogan Aslan, Îbrahîm Akhan, pitika hînê ji dayik nebûyî ya di zikê dayika xwe Yalanak de hat qetikirin, Lutfu Aksoy, Zeynep Yilmaz, Dogan Îşî, Emîne Dûman, Adîle, Karadûman, Dîkran Sayaca, Ferdî Kalkan, Haci Ozdal, A.Mecît Yanik, Mîray Înce, Ramazan Înce, dengbêj Salih Erener (Salihê Şirnexî û Îbrahîm Bîlgîç.