Duh şev gêrîlayên HPG’ê li dijî Baregeha leşkerî ya Ceber aydê Fermandariya Tûgaya qûntarê Çiyayê Kato ya navçeya Bêşebaba Şirnexê êrîş pêkanî.
Piştî êrîşê di navbera gêrîla û leşkeran de pevçûn derket. Pevçûna ku li navçeyê hate dîtin qasî 15 deqîqeyan domkir. Fermandariya Tûgayê herêmên dan ber topan. Di derbarê ka mirî û birîndaran hene agahî nehatin girtin.