Li Bern û Bîenneyê bîranîna Roboskî û Mereşê
Mirovên di komkujiyên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, li Bern û Bîenneyê hatin bîranîn.
Mirovên di komkujiyên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, li Bern û Bîenneyê hatin bîranîn.
Mirovên di komkujiyên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, li Bern û Bîenneyê hatin bîranîn.
BERN
Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bernê de, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî amade bû.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, Togrûl mafê axaftinê wergirt û û bi bîranîna hemû mirovên di komkujiyên bi destê dewletê ve di dîroka dewleta Tirk de hatine qetilkirin, dest bi axaftina xwe kir.
Togrûl ragihand, ku dewleta Tirk ji ber mejiyê xwe yê netewe dewlet, mafê jiyanê nade mirovên ne li gorî xwe û destnîşan kir, ku dewleta Tirk hewl dide cihêrengiyan asîmîle bike, yên li hemberî asîmîlasyonê li ber xwe didin jî qetil bike.
Togrûl diyar kir ku armanca bingehîn a komkujiyên Mereş, Roboskî û yên mîna wan ew e, ku cihêrengî û hêzên mûxalîf ên li dijî zîhniyeta dewletê derdikevin, werin tinekirin.
Togrûl bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên dewlet li hemberî îlanên xwerêveberiyê dimeşîne û got, "Du sedemên vê hene. Ya yekemîn; dixwaze vîna têkoşîna azadiyê ya Kurd a li Kobanê û Şengalê derket holê bişikîne, ya duyemîn jî nehêle ku Kurd bi neteweyên din ên li Kurdistanê dijîn re bibin hêzek û li pêşiya daxwaza xwerêvebirinê ya Kurdan bibe asteng. Li hemberî van polîtîkayên dewletê pêwîste em li her cihî rabin ser piyan."
Piştî Togrûl li ser navê DEM-KURD'ê Hidir Dêrsim peyivî û anî ziman ku zîhniyeta 93 salan a dewleta Tirk ti carî neguheriye. Dêrsim ragihand ku dewleta Tirk li hemberî daxwazên herî xwezayî polîtîkaya qetlîamker dimeşîne.
BÎENNE
Li bajarê Swîsre Bîenneyê, di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîenneyê de, mirovên di komkujiyên Roboskî û Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn.
Di bîranîna li vê derê de bal hat kişandin ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk û hat xwestin ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê bê derketin û ji bo pûçkirina polîtîkayên dewleta Tirk, gel dakeve qadan.