Li ber Parlamenta Federal a Swîsreyê lenet li dewleta Tirk hat anîn
Polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk li hemberî Kurdistanê dimeşîne, li ber Parlamenta Federasl a Swîsreyê hatin şermezarkirin. Çalakî wê 3 rojan di heman saetê de bê lidarxistin.

Li bajarê Swîsre Bernê, gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî li ber avahiya Parlamenta Federal a Swîsreyê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xwerêveberiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyê de berxwedana li Kurdistanê geş dibe, hat silavkirin.
Di çalakiya ku bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê hat lidarxistin de, encamên êrîşên dewleta Tirk bi wêneyan hat nîşandan û dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.
Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku saziyên navneteweyî û Ewropa bi bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyên li gelê Kurd tên kirin re, bûne hevparê van komkujiyan.
Çalakgeran bang li welatên Ewropayê bi taybetî jî Swîsreyê kirin ku li hemberî Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û ji gelên li Ewropayê dijîn jî xwestin ku xwedî li xwerêveberiyên gel derkevin.
Çalakî wê 3 rojan di heman saetê de li ber Parlamenta Swîsreyê bidome.