Li Belçîka û Elmanya piştgiriya xwerêveberiyan
Li Belçîka û Elmanya, çalakiyên li dijî pêkanînên qetlîamker ên AKP’ê dewam dikin.
Li Belçîka û Elmanya, çalakiyên li dijî pêkanînên qetlîamker ên AKP’ê dewam dikin.
Li Belçîka û Elmanya, çalakiyên li dijî pêkanînên qetlîamker ên AKP’ê dewam dikin. Di çalakiyan de terora AKP’ê û berxwedana gele Kurd ji Ewropa re hate ragihandin, hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin.
LÎEGE
Endamên Ciwanên Azad, li Liège-Guillemins ku stasyona trenê ya navendî ya bajarê Lîege yê girêdayî Belçîkayê ye, belavok belav kirin. Ciwanan bi belavokan ve polîtîkayên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê ji Belçîkayiyan re ragihandin.
Ciwanan ji 300’î zêdetir belavok belav kirin, destnîşan kirin ku wê dengê Kurdistanê li tevahî Ewropayê belav bikin.
Ciwanan berxwedanên xwerêveberiyan silav kirin, dan xuyakirin ku wê çalakiya xwe sibehê saet 14.00’an li navenda bajarê Lîege bidomînin.
KLEVE
Di pêşengiya ciwanan de li bajarê Kleve yê Elmanyayê meşek girseyî hat lidarxistin.
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qetlîamên li ser gelê Bakurê Kurdistanê, ciwanan li navenda bajar meş li dar xistin. Di meşê de xwedîderketin xwerêberiyan hat ziman.
Meş bi dirûşmeyan li navenda bajar bi dawî bû.