Hat zanîn ku li navçeya Qilaban a Şirnexê hêzên dewletê yên paramilîter ên bi navê “Tîma Xencer” û Tîmên Tevgera Taybet digerin û kemînan dideynin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Tîma Xencer a ku navê wê bi kuştina sivîl û bûyerên qirêj derketiye tevî tîmên tevgera taybet li Qilbanê xebatên kemînan dimeşîne.
Hat diyarkirin ku ev xebat bi taybet li derdora gundê Repen zêde bû ye û koma kontr-gerîla li derdora gund xwe vedişêrin û kemînan dideynin.