Li Bazidê 5 girtin
5 kesên li Bazidê hatin binçavkirin hatin girtin.
5 kesên li Bazidê hatin binçavkirin hatin girtin.
5 kesên li Bazidê hatin binçavkirin hatin girtin.
Nûrî Yildiz, Metîn Ozhan, Osman Tartiş, Levent Soner û Orhan Îstî yê duh danê sibehê li navçeya Bazid a Agirî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin piştî karên li Emniyetê şandin Edliyeya Bazîdê. 5 kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. 5 kesên li Dadgeha Cezayê Giran a Bazîdê îfade dan bi îdîaya, “endamê rêxistinê ne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Agirî.
Her wiha di heman rojê de jendermeyan ser gundê Gungorenê de girtin û ji heman malbatê Abdûlbakî Basût, Mûstafa Basût û M. Emîn Basût binçav kirin. Tê payîn ku sibehê sewqî dadgehê bên kirin.