Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
3 kesên li Bazîdê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin girtin.
3 kesên li Bazîdê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin girtin.
Li navçeya Agirî Bazîdê, welatiyên bi navê Bûrhan Karatay, Mûstafa Taysûn û Mûrat Şahîn ên pêr di serdegirtinên malan ên li taxên Îshakpaşa û Koçkiranê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê îfadeyên her sê welatiyan girt û bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" xwest bên girtin. Dozgeriyê welatî radestî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar kir.
Dadgehê jî bi heman îdîayê biryara girtina 3 welatiyan da û ew şand Girtîgeha Tîpa M ya Agirî.