Di encama çalakiya gerîlayan a di 4’ê tebaxê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hat lidarxistin de 2 leşker hat kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di 4’ê Tebaxê de di saet 14.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî qereqola Serêkaniyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kozik û nîzamiye hatiye derbekirin û 2 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. “