Li Başûr ji bo Rojava pêngava alîkariyê dest pê dike

Li Başûr ji bo Rojava pêngava alîkariyê dest pê dike

Li Silêmaniyê Înîsiyatifa Piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist û xebatên xwe yên komkirina alîkariyê nirxand. Înîsiyatîfê biryar da ku du lijneyên cûda bên avakirin û ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê alîkariya xwarin û dermanan bê komkirin.

Înîsiyatîfa Piştgiriya Rojava baskê Silêmaniyê ku ji komek nûnerên rêxistinên sîvîl, rewşenbîr û siyasetmedaran pêk tê, vê êvarê li Silêmaniyê li Hola Mihemedê Mele Kerîm civînek li dar xist. Di civînê de xebat û çalakiyên înîsiyatîfê hatin nîqaşkirin. Înîsiyatîfê biryar girt ku li Silêmaniyê ji bo gelê Rojava pêngavek komkirina alîkariyê bê destpêkirin.Li gel komkirina pereyan alîkariya erzaq û xwarin her wiha ya dermanan bê komkirin. Dîsa hate destnîşankirin ku ji bo bi taybet pêwîstiyên zarokan û jinan jî xebatek xweser bê meşandin.

Di civînê de biryar hate dayîn ku du lijneyên cûda bên pêkanîn. Ev lijne weke lijneya pêwendiyan û lijneya komkirin û şandina alîkariyan hate destnîşankirin. Lijneya peywendiyan li gel bajar û navçeyên din û her wiha li gel Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê di nava peywendiyan de be ku bikare alîkariya tê komkirin bi destekî berhev bibe û bigehe destê gelê Rojava. Her wiha lijneya duwem jî ji bo komkirina alîkariyê xebat bike.

Di çarçoveya vê civînê de wê li nav bazar û taxên Silêmaniyê konê nalîkariyê bên avakirin û alîkariya tê komkirin jî rojane veguhezînin Rojava.

Hêjayê gotinê ye ku Înîsiyatîfa Piştgiriya Rojava ev demeke ku dest bi xebatên xwe kiriye û li tevahî bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê xebatan dimeşîne. Gelê Herêma Kurdistanê jî eleqeyek mezin nîşanî xebat û çalakiyên Înîsiyatîfê dide.