Li Başûrê Kurdistanê hevkariya sosret a MÎT-Parastin
Derket holê ku şewitandina buroyên PDK’ê û televîzyona Rûdawê plana MÎT-Parastinê ye. Her wiha kifş bû ku PDK’e wê heman hewldanê bi hedefkirina Şoreşa Rojava jî pêk banîba.
Derket holê ku şewitandina buroyên PDK’ê û televîzyona Rûdawê plana MÎT-Parastinê ye. Her wiha kifş bû ku PDK’e wê heman hewldanê bi hedefkirina Şoreşa Rojava jî pêk banîba.
Têkîldarî şewitandinên hin buroyên PDK’ê û buroya televîzyona Rûdawê ya li Hewlêrê, encamên sosret derketin holê.
Hin kesên ku rêxistina sîxurî ya YNK’ê Zanyarî têkîldarî êrîşan binçav kiribûn, di îfadeyan de îtîraf kirin ku PDK’î ne. Hate hînbûn ku ev kesan, li kampên perwerdeyê yên hevpar ên ku serwîsa sîxurî ya Tirk MÎT’ê û serwîsa sîxurî ya PDK’ê Parastinê li Başûrê Kurdistanê dane avakirin, bi taybet ji bo êrîşên bi vî rengî pêk bînin tên perwerdekirin.
NAVENDÊN PERWERDEHIYÊ YÊN HEVPAR
MÎT û Parastin di çarçoveya xebatên hevpar ên li Başûrê Kurdistanê, li sehaya Başûrê Kurdistanê li kampên taybet endamên şerê taybet dafirînin.
Ji van kapman, kampên Kûştepe ya nêzî Hewlêrê û kampa Zawîta ya girêdayî Dihokê ya herî balkêş e.
Di perwerdeyên wargeha Kûştepe de perwerdeyên sabotaj, sûîqest, revandin, kontra, lêpirsîn û şopandinê tên dayîn. Di perwerdeyan de ku endamên MÎT’î dide, bi giranî jî revandina endam û sempatîzanên Tevgera Azadiyê tê hedefkirin. Her wiha xirakirina tifaqa YNK-Goranê jî wek yek ji wezîfeyên van endamên şerên taybet hatiye diyarkirin.
Li Kampa Zawîtayê jî yekser rêveberên PKK’ê tên hedefkirin. Ji ber vê jî li vir giranî li ser perwerdeya sûîqestê ye. Li vê kampê ku endamên MÎT’ê û payebilindên leşkerî her tim ziyaret dikin, di vê dawiyê de civîneke ku ji her du aliyan jî rayedarên payebilind tevlîbûn hate lidarxistin. Hate hînbûn ku di civînê de îstîxbaratên ji herêmên Garê, Metîna, Qendîlê hatine nirxandin û hin plansazî hatine çêkirin.
ŞEWITANDINA BUROYAN BI HEV RE PLAN KIRIN
Hate eşkerekirin ku di van rojan de şewitandina buroyên PDK’ê yên li Silêmanî, Helepçe û Ranyayê, her wiha ya li ser buroya Hewlêrê ya televîzyona Rûdawê jî ji aliyê heman navendê hatiye amadekirin û pêkanîn.
Hate hînbûn ku piştî van êrîşan sûcdarkirina Tevgera Goran jî hewldanek bi armanca xirakirina tifaqa YNK-Goran e. PDK, bi vî şêweyî hewl dide YNK’ê ji Tevgera Goran qut bike. Lê, piştî van bûyeran rêxistina sîxurî ya YNK’ê Zanyarî û hêzên wê yên antî-terorê hin kes binçav kirin û bi îtîrafên wan jî ev plan deşîfre kirin. Hate ragihandin ku ev kesên binçavkirî nêzî PDK’ê ne û her wiha îtîraf kirin ku li kampên perwerdeyê yên bi hevpariya MÎT û Parastinê ne, perwerde dîtine.
Her wiha, piştî êrîşên li ser televîzyona Rûdawê ku bi hevpariya MÎT’ê dixebite, polîsaên li wê herêmê kar dikirin gotibûn, “Failê bûyerê PDK’e bi xwe ye. Lewre vala vala li failan negerin.” Ev bi xwe jî rê nîşan dide ku ev bûyer jî ji aliyê heman kesan ve pêk hatiye.
WÊ TESFIYEYEK HUNDIRÎN PÊK BÎNIN Û BIKIN MALÊ YPG’Ê!
Li gel tevahî bûyeran, di malperên girêdayî PDK’ê de propaganda tê kirin ku “Wê li Rojava rêxistinek hevşibî TAK’ê ya girêdayî YPG’ê bê avakirin. Navê wê jî bibe Çarçira. Li dijî PDK’ê wê çalakiyên wek revandin, sabotaj, sûîqestê pêk bîne.” PDK’e bi vî awayî hewl dide ENKS’ê ya di paşdexistina Şoreşa Rojava de pûç ma tesfiye bike. Ji ber vê jî dixwaze bi dest vê rêxistina veşartî ya propagandayê wê dike berê xwe bide ENKS’ê û plan dike ku li dijî hin navan sûîqestan pêk bîne.