BI DÎMEN

Li Başûrê Kurdistanê agirê yekem ê Newrozê li Kerkûkê hat pêxistin

Agirê Newrozê bi şîara ‘Em ê bi berxwedana neteweyî re azadiya Rêbertî û gelan bi dest bixin’ ve li Kerkûkê hat pêxistin.

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, di pêşengtiya Tevgera Civaka Azad a Kurdistan (Tevgera Azadî), Tevgera Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) û Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê de Newroz hat pîrozkirin. Di aktivîteya li herêma Şîvesor a girêdayî Kerkûkê de gelek nûnerên partiyên siyasî û gel amade bûn. Di pîrozbahiyê de li ser navê RJAK, Tevgera Azadî û Tevgera Ciwanan daxuyanî hatin xwendin.

‘EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN, AZADIYÊ BI DEST BIXIN’

Li ser navê Tevgera Azadî Nevzet Bekir daxuyanî da û wiha got: “Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Em weke Gelê Kurd bi sed salan e bi berdêlên mezin ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin û ji her demê bêtir nêzî azadiya Kurdistanê dibin. Gelê Kurd bi awayekî heybet Newrozê pîroz dike. Ev sedsal wê bibe sala azadiya gelê Kurd. Em weke gelê Kurd xwedî li hev derkevin, em ê azadiya xwe bi dest bixin.”

 ‘JINÊN KURD WÊ TÊKOŞÎNÊ BIGIHÎNE ASTA HERÎ JOR’

Li ser navê RJAK’ê Bavîn Nûredîn daxuyaniyek da û di serî de Newroza hemû jinên berxwedêr pîroz kir û wiha anî ziman: “Gelê Kurd bi berdêlên pir mezin destkeftiyan bi dest dixe, me salek li pey xwe hişt û em ketin saleke nû ya têkoşînê. Divê em jinên Kurd tişta ku dikeve ser milên me û rola pêşengtiyê bigirin û li ber xwe bidin. Şoreşa Kurdistanê bi şoreşa jinê mimkûn e. Ji ber vê divê di sala nû de jinên Kurd têkoşînê bigihîne asta herî jor û di şoreşê de rola pêşengtî bilîze.”

‘CIWAN WÊ ERKA XWE BI CIH BÎNE’

Li ser navê Tevgera Ciwanan jî Komal Serhad daxuyaniyek da û wiha got: “Ji Rêber APO yê me gihand ev rojan re hezar silav! Weke Ciwanên Kurdistanê û ji bo azadiya Rêber APO tişta ku dikeve ser milên me, em di ferqê de ne û em ê li peywira xwe rabin û têkoşînê bidin meşandin.”

Piştî axaftinan, aktivîteyên çandî li ser dikê hatin pêşendan. Piştî temaşkirina şano û guhdarkirina helbestan û şûn de hunermendên herêmî derketin ser dikê û bi govendgerandinê heta saetên dereng pîrozbahiyê berdewam kir.

 ‘WÊ TIŞTÊN PÊWÎST PÊK BÊN’

Kerkûkiyên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku bi hatina vê biharê re wê li Kurdistanê tiştên pêwîst pêk bên. Kerkûkiyan piştgiriya xwe ya bi federaliya li Rojavayê Kurdistanê re anîn ziman û wiha gotin: “Şerê ku li Bakurê Kurdistanê berdewam dike û qedexekirina Newrozê ya ji aliyê dewleta Tirk ji vê yekê tê. Em cejna berxwedanê ya Newrozê li gorî ruhê wê pîroz bikin.”

...