'Li Başûr rojnamevan tên kuştin; kiryar nayên dîtin'

Herêma Kurdistana Federal ji aliyê kevneşopiya medyayê ve di asta pêşveçûnê de ye. Rojnamevanî hînê gelekî dûrî karê xwe yê agahdarkirin, zanekirin û ronîkirina civakê ye.

Herêma Kurdistana Federal ji aliyê kevneşopiya medyayê ve di asta pêşveçûnê de ye. Rojnamevanî hînê gelekî dûrî karê xwe yê agahdarkirin, zanekirin û ronîkirina civakê ye.

Medya Başûrê Kurdistanê ku roj bi roj di qada televîzyoniyê de bi pêş dikeve, hînê ji bin kontrola partiyan rizgar nebûye.

Nivîskarê sereke yê rojnameya Kurdistanî Nû Stran Abdullah bal kişand ser pirsgirêkên cidî yên medya Başûrê Kurdistanê û mijar ji ANF'ê re nirxand.

'REWŞA SILÊMANIYEYÊ BAŞTIR E'

Hûn dikarin rewşa çapemeniya li Başûrê Kurdistanê bi kurtasî vebêjin?

Çapemeniya Başûrê Kurdistanê di asta derbasbûnê de ye. Lewma aliyên xwe yên baş û kêm di zikhev de ye. Nepêkane ku mirov şert û mercên çapemeniya Başûrê Kurdistanê li her herêmê weke hev bibînin. Li gorî herêman rewş diguhere. Ji xwe li herêmê zehmet e mirov behsa weşangeriyê bikin. Mînak li Silêmaniyeyê çapemeniya ji bo jiyana civakî bi pêş ketiye, lê li Hewlêrê ev rewş hîn bêhtir siyasî ye. Azadiya weşanê li gorî herêman diguhere. Em dikarin bêjin ku Silêmaniye di vê mijarê de ji Hewlêrê çêtir e.

Çima bi vî rengî ye, sedema vê rewşa ji hev guhertî çi ye?

Ji ber ku li herêma me li şûna çapemeniya neteweyî çapemeniya lokal li pêş e. Mînak, li welatekî çapemenî weke 'çapemeniya neteweyî û çapemeniya xwecihî' tê pênasekirin. Lİ Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê nepêkane mirov behsa çapemeniyeke neteweyî bikin.

Li Silêmaniye, Hewlêr, Duhok û eger Kerkûkê jî bijimêrin, weşangeriyeke lokal a ji çar navendan derdikeve pêş. Mînak rojnameyek ji Hewlêrê yan jî Silêmaniyeyê tê derxistin, li Behdînanê xwendevanan nabîne. Herêm bi vî rengî gelekî tund ji hev cihê ne. Wekî din li herêmên PDK lê serdest e, çapemenî di bin zextê de ye. Li herêmên YNK lê ye, ji hin aliyan ve çapemenî azad e.

'ÇAPEMENIYA NIVÎSKÎ BI GIRANÎ XWECIHÎ YE'

Çima çapemenî xwecihî yan jî lokal dimîne?

Sedemên cuda hene. Mirov dikarin sedemên siyasî, çandî û aborî destnîşan bikin. Mînak; pirsgirêka aborî bandoreke çawa lê dike... Eger hûn li Hewlêrê rojanemeyekê amade dikin, li Silêmaniyeyê zehmet e were xwendin. Yan jî heman tişt di rewşeke berevajî de jî derbasdar e. Ji ber vê yekê çapemeniya nivîskî bi giranî herêmî dimîne. Organên çapemeniyê yên di bin bandora partiyan de behsa pirsgriêkên siyasî nakin. Bi giranî nûçeyên siyasî yên wan partiyan eleqedar dike, çêdikin.

Di vir de pêwîstî bi dayîna bersivekê heye. Ya rast mirov bêje berî û piştî Şoreşa Rojava baştir e. Ji ber ku weke min got, beriya wê çapemeniya me bêhtir herêmî bû. Yanî xîtabî tevahiya herêma federal jî nedikir. Bi tenê li cihê jê derdiket, digihaşt xwendevanan. Ev yek hînê bi temamî çareser nebûye. Lê belê piştî Şoreşa Rojava bû xwedî karakterekî neteweyî. Mînak; bûyer û qewimînên li Rojava tên şopandin û ji xwendevan û temaşekeran ve tê ragihandin. Ev yek ji bo Herêma Federal pêşketineke cidî ye."

'TECRÛBEYA PÎŞEYÎ NÎNE'

Pîşeya rojnamevaniyê di kîjan astê de ye? Gelo di asteke baş de ye?

Na, mixabin. Dibe ku kêmasiya herî mezin a çapemeniya me ev be. Ji aliyê pîşeyî ve tecrûbeyeke me, daneheviyeke me nîne. Wekî din em xwedî paşerojeke xurt a di vî warî de nîne. Mînak, komkirina çavkaniyan, çêkirina arşîvê û li ser vê yekê afirandina hiş û bîrekê, nîne. Di bingeha vê de jî kêmaniya krîterên rojnamevaniyê heye. Weke pîşeyekî esasî nayê dîtin."

'ROJNAMEVAN TÊN KUŞTIN; HESAP NAYÊ PIRSÎN'

Dema mirov li statîstîkên salen bihurî binêrin tê dîtin, ku binpêkirina mafên mirovan zêde bûne...

Rast e, mixabin di vî warî de mafên mirovan gelekî tên binpêkirin. Rojnamevan tên kuştin, lê hînê kiryarên ti ji wan nehatine dîtin. Yên mafên mirovan binpê dikin nakevin ber lêpirsînê, hesap ji wan nayê pirsîn.

Asteniya li pêşiya dîtina kujerên rojnamevanan dikujin, çi ye? Hikûmet û berpirsyar di vî warî de ya pêwîst dikin?

Na, nakin. Aqûbeta rojnamevanên hatin kuştin nehat ronîkirin. Sedema kuştina wan nehat kifşkirin. Hevsengiyên siyasî li pêşiya ronîkirina van bûyeran asteng e. Pêwîste dewlet vî karî bimeşîne. Lê nake. Vaye behsa dewleta kûr a Tirkiyeyê tê kirin. Li vir jî heman tişt heye. Lewma ev bûyer weke 'kiryar ne diyar' dimînin. Mînak, hêza dozger û dadgehan ji bo lêkolînkirin û aşkerakirina van bûyeran nîne. Ne tenê di bûyerên kuştinê de, di gelek gilî û gazinên din de jî bi têrkerî lêkolîn, lêpirsîn nayê kirin. Yan jî em bêjin, di çapemeniyê de heqaret li we hat kirin, we li hemberî vê serî li dadgehê dan; dadgeh li hemberî vê tişta pêwîst nake. Ji ber ku dadgeh nabe hêza çareseriyê, hewl tê dayîn ku bi kevneşopiyên eşîrî çareyek bê dîtin.

Sendîkaya Çapemeniyê ji aliyê birêxistinkirina rojnamevanan ve berpirsyariyên xwe bi têrkerî bi cih tîne?

Na. Xwedî fonksiyoneke bi sînor e. Ji ber ku sendîka jî li gorî cihê lê ne bi partiyan ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê fonksiyoneke xwe nîne. Nikarin derkevin derveyî kontrola partiyan.

Qanûn derfetê xebateke azad dide rojnavanan?

Erê, dibe ku tişta mirov bêje li Başûrê Kurdistanê ya herî baş ev e, naskirina azadiya çapemeniyê di qanûnê de ye.

Di pratîkê de ev bi cih tê anîn?

Bi aliyekî ve. Mînak, tê gotin organeke weşanê nayê girtin. Heta niha min nebihîstiye ku organek çapemeniyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin. Li gorî qanûnê tê gotin ku nabe rojnamevan bê girtin. Lê belê di pratîkê de ev pêk nayê. Li hin deveran hêzên asayîşê bi rojan rojnamevanan radigirin. Bi kêfî nêz dibin. Û li hemberî vê jî tiştek nayê kirin. Yanî pirsgirêk ne tenê pênasekirina wê di qanûnan de ye. Ya girîng bicihanîna wê ye.