Li Başûr çalakiyên mamosteyan dewam dikin
Mamosteyên Germiyanî yên dadikevin qadan û dibistanan boykot dikin, dan xuyakirin ku ew ê navê rêveber û rayedarên zextê li wan dikin, bi raya giştî re parve bikin.

Mamosteyên ku ev demeke dirêj e ji ber krîza li Başûrê Kurdistanê û nikarin mehaneyên xwe werbigirin dadievkin qadan, îro jî li herêma Germiyanê çalakiyên xwe yên protestoyî dewam kirin.
Mamosteyan, li ser armancên xwe û zextên li wan tên kirin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku bersiv ji daxwazên me re bê dayîn, em ê boykota xwe bidomînin".
Mamosteyan bal kişandin ser rayedarên zextê li wan dikin û diyar kirin ku ew ê navê kes û saziyên erkdar ên zextê li wan dikin, bi raya giştî re parve bikin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên hêzên PDK'ê yên li hemberî karmend û mamosteyên krîzên siyasî û aborî protesto dikin de, heta niha yek jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.