BI DÎMEN

Li balafirgeha herî mezîn a Îngîltere çalakiya Cizîrê

Qetlîama ku dewleta Tirk li Cizîrê pêk anî, li balfafirgeha herî mezin a Îngîltere hat protestokirin.

Di serî de paytext London, li gelek bajarên Îngîltere çalakiyên protestoyî her diçe zêdetir dibe.

Li Londrayê piştî protestoya li pêşiya Sefaretxaneya TC, di êvara heman rojê de departmana hatinê ya balafirgeha Heatrow hat dagirkirin.

Di çalakiyê de hatina balafirek THY’ê ya bi sefera Stenbolê jî hat astengkirin û bi hinceta ewlehiyê heta demekê destûr nehat dayîn ku rêwî ji balafirê dakevin. Polîsên Îngîlîz li departmana hatinê ewlekarî derxist asta herî jor, polîsên bi kamera jî heta dawiyê çalakî û çalakvan kişandin.

Komek nêzî sed kesî, bi Îngîlîzî dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Qetlîamên li Tirkiye Bi Dawî Bikin”, “Terorîst Dewleta Tirk” berz kirin. Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî piştgirî dan çalakiyê.

LI GATWÎCK ÇALAKÎ

Li termînala başûr a balafirgeha Gatwîck jî ji bo Cizîrê çalakî hat lidarxistin. Koma ku pankarta, “Tirkiye sûcê şer dike, Kurdan qetil dike” vekir, dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye” qîr kir.

...