Leşkerên ku di ser mala Şaredarê Bajarokê Sirtkoy yê BDP’ê Nûrî Akman de girtin, birayê Akman Adnan Akman binçavkirin.
Leşkeran di demjimêrên siharê de di ser mala Şaredarê Bajarokê Sirtkoyê Nûrî Akman yê girêdayî navçeya Hezexê de girtin. Serdegirtina ku sedemê wê nehate zanîn ji aliyê leşkerên girêdayî Qereqola Cendirmeyan ya Sûlakê ve pêkhat, piştî serdegirtinê birayê Şaredar Akman, Adnan Akman hate binçavkirin. Akmanê ku birin Qereqola Cendirmeyan ya Sûlakê hate hînbûn ku, dê bibin Qereqola Cendirmeyan ya Navçeyê.