Li Awûstûryayê Kurd û dostên wan di meşê de ne
Kurdên li Awûstûryayê dijîn, bi şîara “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” meşa dirêj ya du rojan dan destpê kirin.
Kurdên li Awûstûryayê dijîn, bi şîara “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu” meşa dirêj ya du rojan dan destpê kirin.
Baskê yekem ê meşa welatparêzên ji herêmên paytext Viyana, Graz, Lînz, Wels, Ternîtz û St. Polten hatin, îro di saetên sibehê de ji St. Polten destpê kir.
Meşa bi armanca protestokirina komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û terora dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin bi beşdarbûna dostên Kurdan, Tirk û Lazan pêk tê.
‘MIROVAHÎ TÊ QETILKIRIN; DAKEVIN QADAN’
Kesê ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku di vê pêvajoyê de divê her kes cih li gel gelê Kurd bigire û wiha hat gotin: “ Ji ber ku li Tirkiyeyê mirovahî tê qetilkirin. Qetilkirina zarokan, jinên ducanî, kalan û ciwanan bi ti awayî nayê pejirandin. Divê terora dewletê demildest bi dawî bibe.”
Laz u Tirkên ku beşdarî meşê bûn jî bang li gelê xwe kirin û wiha gotin: “ Dakevin kolanên Tirkiyeyê û daxwaza dawî anîna şer bikin.”