Li Atînayê ji penaberan îsyana YE û Tirkiyeyê

PIştî ji civîna YE-Tirkiyeyê ya li Brukselê têkîldarî bazara penaberan pêk hat, agahiya lihevkirinê hat, penaberên li Yewnanîstanê dest bi çalakiyan kirin.

PIştî ji civîna YE-Tirkiyeyê ya li Brukselê têkîldarî bazara penaberan pêk hat, agahiya lihevkirinê hat, penaberên li Yewnanîstanê dest bi çalakiyan kirin. Îro di serî de Atînayê, li gelek bajarên Yewnanîstanê çalakiyên piştgiriya bi penaberan re hatin lidarxistin.

Li Atînayê bi hezaran kes ji qada Vîktoria ber bi nûnertiya Yekîtiya Ewropa (YE) meşiyan. Di meşa ku gelek rêxistinên civaka sivîl û sendikayan piştgirî danê de dirûşmeyên “Sînor bên vekirin, mafê me yê penabertiyê bê dayîn”, “Azadî” hatin berzkirin.

Di axaftinên çalakiyê de hat destnîşankirin ku YE dixwaze Yewnanîstanê bike girtîgeha penaberan, hat diyarkirin ku ev derveyî qanûnên navneteweyî ne.

Kurd jî bi navê Navenda Çanda Kurdistanê bi awayek girseyî tevlî meşê bûn. Kurd, hevpeymanê wek qirkirina penaberan pênase dikin, ji milekî jî diyar kirin ku YE destûra qirkirina Kurdan daye Erdogan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Kurdistaniyan bi bîr xistin ku pereyên YE wê bide Tirkiyeyê, wê ji bo qirkirina Kurdan bê bikaranîn.