Li Anversê êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarê Anversê Belçîkayê çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hember berxwedana xwerêveberiya gelê Kurd dewam dikin.

Bi tevlîbûna Sazî û Rêxistinên Penaberên Kurdistan û MLKP’ê ve li Groen Pelas a Anversê çalakiyek hat lidarxistin.
Li qada çalakiyê wêneyên qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin pêşendan. Her wiha di axaftinên çalakiyê de bêdengiya welatên YE yên li hember qetlîam, mirin û pêkanînên terorê çavên xwe digirin wek hevpariya wan a sûcê hat nirxandin. Axaftvanê daxuyanî da û bang li welatên YE kir wiha got: “Li hember vî şer û qetlîamên hikûmeta AKP’ê hûn dikarin hê çiqasî bêdeng bimînin?” Bang li YE kir ku bêdengiya xwe bi dawî bikin.
Çalakvanan dirûşmeyên “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Dagirkirina Tirkan a li Kurdistanê bi dawî bikin”, “Terorîst Erdogan” berz kirin, xwestin ku qetlîam bên bidawîkirin.