Endamên Diyar TÛHAD-DER tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehê şermezar kirin.
Endamên Diyar TÛHAD-DER ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan tên jiyandin, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" hate vekirin de Fîkriye Tanrikûlû daxuyanî xwend.
Tanrikûlû anî ziman ku ew bang li hukumeta AKP'ê dikin û wiha got: " Mûxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Abdûllah Ocalan ê ku ji aliyê mîlyonan gelê kurd wekî vîn hatiye pejirandine." Tanrikûlû bilêv kir ku, di rewşa girtiyan de tu başbûn pêk nehatiye û bertek nîşanî hukumeta AKP'û û Wezîrê Dadê da. Tanrikûlû bertek nîşanî li hemberî surgunan jî da û wiha axivî: "Berpirsyarê xwîna ku li herêmê tê rijandin, yên mirinan û êşan dewlete. Li girtîgehan de girtiyên nexweş yên ku xetereya jiyanê dijîn, lê li gel vê ji sekna xwe ya bi rûmet paş de gav neavêjin, hene. Girtiyan li gel ku nexweşiyên xwe bi belgeyan îspat jî dikin, li şûna ku werin dermankirin, wan surgunî girtîgehên deryayê reş dikin. Li vir rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê re rû bi rû dimînin."