Li Amedê tecrîd hat protestokirin: Ji bo Aştiyê Ocalan hat nîşandan

Komelaya Diyar TUHAD-DER ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û qetlîamên li navçeya Sûrê tên jiyîn çalakiya protestoyê li dar xist.

Komelaya Diyar TUHAD-DER ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û qetlîamên li navçeya Sûrê tên jiyîn çalakiya protestoyê li dar xist.

Diyar TUHAD-DER ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên polîsan ên li ser navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat dayîn. Endam û Rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û TUHAD-DER'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pişt pankartên "Bêdeng bûn hevkariya kuştinê ye, em çavê xwe ji kuştinan re nagirin" û "Azadiya Rêber Apo, azadiya Rojhilata Navîn e" hat dayîn. 

Beriya daxuyanî bê xwendin nameya jinên girtî yên siyasi yên Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ji aliyê Hevseroka Diyar TUHAD-DER'ê Leyla Ayaz ve hat xwendin. Ayaz diyar kir ku AKP ji derve êrîşî gelê Kurd dike û di girtîgehan de jî di bin navê "Pakêta ewlehiya girtîgehê" polîtîkayên çewisandinê li ser girtiyên siyasî didin meşandin. Ayaz ragihand ku berpirsiyarên girtîgehan tên sirgun kirin, di saetên hevdîtinan pêkanînên kêfî tên meşandin, têkiliya girtiyan ên bi girtiyên din re qut dikin û tiştên girtiyan di lêgerîna XR re tên derbaskirin. Ayaz anî ziman ku heman demê de girtiyên Hizbullahê dimînin, lê nêzîkatiyên berpirsiyarên girtîgehê jî bi wan re pir cuda ne. Ayaz got ku midûrên taybet ji bo Girtîgeha Tîpa M a Elih hatine şandin. 

'LI DERVE KOMKUJÎ, LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFAN' 

Piştî xwendina nameyê Leyla Ayaz daxuyanî xwend. Ayaz diyar kir ku hikumeta AKP'ê dixwazin tekoşîna Kurdan a 40 salan vale derxin û wiha axivî: "Heman demê de AKP li hemberî hevdîtinên Rêbertî yên bi HDP, malbat û parêzerê wî re asteng dike û bi gotina "Bi Ocalan re hevdîtin tên kirin" gelê Kurd dixapîne." Ayaz diyar kir ku armanca şerê AKP'ê yê bi hinceta xweparastinê li ser gelê Kurd daye destpêkirin tunekirina dîrok û erdnîgariya Kurdistanê ye. Ayaz bi bîr xist ku hîn ji beriya çend rojan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji ber ku li hemberî van êrîşan nerazîbûn nîşan da ji aliyê dewleta kûr ve hat qetilkirin. 

'EM HEMÛ HÊZÊN DEMOKRATÎK DAWETÎ TEKOŞÎNÊ DIKIN'

Ayaz da xuyakirin ku AKP ji derve komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tîne û di hundir de jî di serî de li Îmralî, li hemû girtîgehên ku siyasetmedarên Kurd mafê mirovan tên binpêkirin û wiha got: "Ji 6 sed girtiyên nexweş, jiyana 2 sed kesan di xeteriyê de ye. Ji bo di vê pêvajoya ku gelê Kurd li her derê tê qetilkirin de tabut ji girtîgehan dernekevin divê demildest girtiyên nexweş bên berdan." Ayaz da zanîn ku divê ji bo çareseriyê demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir. "Em hemû hêzên demokratîk vedixwînin tekoşînê."

'MIFTEYA ÇARESERIYÊ DI DESTÊ OCALAN DE YE'

Piştî daxuyaniyê Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî diyar kir ku wî hê nû bi girtiyan re hevdîtin kir û wiha axivî: "Kesê di girtîgehan de van êrîşên tunekirinê yên li ser gelê Kurd şermezar dikin." Onen da xuyakirin ku kengî tekoşîna gelê Kurd ketibe tengasiyê wek berxwedana Girtîgeha Amedê ya di 12'ê îlonê de, ji bo tekoşînê bûye ronahî. Onen destnîşan kir ku di pêvajoyên pêşiya me de di demên herî alozî bilind bûyî de Ocalan bi bangên xwe çareser kir û wiha got: "Ji bo çareseriyê mifte di destê Ocalan de ye." 

Daxuyanî bi drûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.