Li Amedê operasyona leşkerî

Piştî qedexeya kolanan a ku li taxên Licê û Hezro ji aliyê Walîtiya Amedê hat îlankirin, li sêgoşeya Licê, Hezro û Hênê bi tevlîbûna cerdevanan operasyon hat destpêkirin.

Piştî qedexeya kolanan a ku li 12 taxên Licê û Hezro ji aliyê Walîtiya Amedê hat îlankirin, li sêgoşeya Licê, Hezro û Hênê di saetên nîvro bi tevlîbûna cerdevanan operasyonek berfireh hat destpêkirin.

Li bejahiya gundê Ortaç ê girêdayî Licê û Kerpîçoren, Çîtlîb ên girêdayê Hezro operasyonên leşkerî zêde bûn, li herêmê tevgera helîkopteran bi awayekî zêde pêk tê.

Danê êvarî jî gelek helîkopterên Skorsky û Kobra û helîkopterên ji aliyê Licê hatin daketin Fermandariya Jenderme ya Hezroyê.