Li Deriyê Çiyê ya Amedê li diji polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 polîs û kesek sivîl birîndar bûn.
Li Deriyê Çiyê ya Amedê saet di 22.00'an li nêzî Nexweşxaneya Alman polîsên ji bo îxbara der barê şer de çûn, li rastî êrîşa çekdarî ya lûledirêj hatin.
Di êrîşa çekdarî de 2 polîs û kesek sivîl birîndar bûn. Polisên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê. Di navbera polîs û êrîşkaran de pevçûn qewimî. Gelek polîs bi maşîneyên zirxî çûn cihê bûyerê.
Piştî bûyerê polîsan ketin û derketina taxê xistin bin kontrolê û tedbîrên berfireh girtin. Nehat zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve pêk hatiye.