Li Amedê kuştinek kiryar nediyar

Li Amedê kuştinek kiryar nediyar

Li Amedê kesekî ku hate diyarkirin rastî êrîşa çekdarî hatiye û avêtine rexa rê, li ser wî kredî kartekî li ser navê Omer Kalkan hatî çêkirin hate dîtin.

Di demjimêrên sibehê de li ser rêya Kocakoya Amedê-Lîcê termek ji aliyê hemwelatiyan ve hate dîtin. Termê ku 3 metreyan dûrî rê di nav daran de li ser zik dirêj kirî hatî dîtin, agahî dan cendirmeyan.

Piştî ku hemwelatiyan agahî dan, yekîneyên tenduristiyê hatin taxê û xwestin term bibin, lê belê cendirmeyan got dê dozger were vir ji ber wê destûr neda terim bibin. Dozgerê Komarê yê Kocakoyê qasî du demjimêran ji nêz ve vekolîn pêkanî.

Di dawiya vekolînda de derket ku, ew kes ji ling, dest û singe xwe gule xwarine, her wiha di berîka wî de jî kredî kartekî binavê Omer Kalkan hatî çêkirin, hate dîtin.

Termê kesê hatî kuştin, ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî.