Li Amedê kampa zarokan a havînê dest pê kir

Li Amedê kampa zarokan a havînê dest pê kir

7’emîn Kampa Havînê ya Zarokan bi coşeke mezin dest pê kir. Di hefteya yekemîn de ji zarokên Wan û Amedê re malovanî kir û kamp tê 10 hefteyan bidome.

Bi dawîbûna dibistanan re, 860 zarokên temenê wan di navbera 9-14’an de diguhere û derfetên wan yên betlanê tune ye, bi alîkariya şaredariya mezin a Amedê diçin kapma havînê a zarokan. Kampa havînê ya zarokan a Midûriyeta Xizmetên Kreş û Zarokan a girêdayê Daîreya Xizmetên Civakê ya şaredariya Mezin starta xwe da.

Agirê hefteyê yekemîn hate pêxistin û zarokan li dora agir demê bi coş derbas kirin. li ser navê zarokan Midûrê çandê yê şaredariya Sixkê Muzaffer Kiyag axivî û spasi^yên xwe pêşkêşî şaredariya Amedê û personelên kampê kir. Kiyag plaketek jî da Midûrê Şaxa Xizmetên Kreş û Zarokan Kadîr Guger. Kiyag destnîşan kir ku li vir ekîbek pir serkeftî heye.