KCD û BDP’ê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî salekî ye tê meşandin û azadiya Ocalan bixwazin mitîngekî di 14’ê tîrmedê de Amedê ku hejmarekî zêdetirî ji hejmarên mitîngên din, bi beşdariya kurdên ji hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye, Suriye, Îran, Iraq û Ewropayê dê li dar bixe.
Tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket meha 11’an. Tecrîda ku tu aliyê wê yê qanûnî tune, li herêmê tansiyonê zêde dike. Kurd ji bo ‘Azadiya Ocalan’ heta îro li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek mîtîng pêk anîn û niha jî xwe amade dike ku mîtîngeheke ku heta niha nehatiye dîtin pêk bînin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a DÎHA’yê di 14’ê tîrmehê de li Amedê dê mîtîngeke di asta dîrokî de bê lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê daxuyandine ku tenê ne ji Amedê dê ji hemû bajarên Kurditan û Tirkiyeyê tevlibûn pêk werin. KCD û BDP’ê ev demek dirêj bû li ser pêvajoya siyasî civîn pêk dianîn û li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hesasiyetên xwe dianîn ziman. Li ser van daxwazan biryara mîtîngeke bi vî rengî hatiye girtin û li hemû bajaran starta xebatên tevlbûnê hatiye destpêkirin.
Çavkaniyê BDP’ê û KCD’ê destnîna kirine ku mîtîng dê di wekê Newrozê be û dê ne tenê ji Tikriyeyê, Suriyê, Îran, Heremê Federal a Kurdistanê û Ewrpayê jî tevlibûn pêk wee. Her wiha dê rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û siyasetmedar jî bên vexwendîkirin. Ameda ku dê ji mîtîngeke dîrokî re malovaniyê bike li tax, gund û navçeyan komîsyonên xebatê ava kirine.