Li Amedê guleyên topê dibarin

Piştî li navçeya Sûrê li Kolana Gîrne ya navçeya Rezan jî guleyê topê li malekê ket.

Piştî li navçeya Sûrê li Kolana Gîrne ya navçeya Rezan jî guleyê topê li malekê ket.

Piştî ku li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê guleyê topê li malekê ket û jina bi navê Melek Alpaydin jiyana xwe ji dest da, li Kolana Gîrne ya navçeya Rezan jî guleyê topê li malekê ket. Xwediyê malê Selahatîn Eksîk (37) ji ber parçeyên şarapnelê ji serê xwe bi sivikî birîndar bû. 

Polîsên dewleta Tirk ên hatin cihê bûyerê, piştî ku li malê lêkolîn kirin guleya topê jî girtin û ji malê veqetiyan. Polîs her wiha xwediyê malê Eksîk jî ji bo îfadeyê birin qereqola polîsan. 

Li Ofîsa Yenîşehîrê jî hate îdîa kirin mamosteyek bi navê Ramazan Çagiran bi guleyê ji sînga xwe birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl.