Amedî di meşa Sûrê de bi biryar in. Gelê Amedê li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk bi mezinkirina berxwedanê dibin bersiv, li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kom bû. Gel di ketina Sûrê de bi biryar e.
Deh hezarên li dijî hewldanên qetlîama Sûrê daketin kolanan, tevî êrîşan jî bêzar nabin. Li bajarê ku şer bi awayekî dijwar dom dike de, bi hezaran kesên li nuqteyên cuda hatin cem hev, li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kom bûn. Hezaran kesên ku di nav de wekîlên HDP’ê, hevşaredar, rêveberên bajar û navçeyan, hevserokên meclîsên gel jî hene, di şkandina dorpêçê de bi biryar in. Gelê ku dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Lêxê Gerîla Lêxê” “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin, dîsa ber bi Sûrê ketin tevgerê.