Di van sê mehên dawiyê de Walîtiya Amedê ji bo leşkerên li navçeya Licê di encama pevçûnên bi gerîlayên HPG’ê re hatin hatin kuştin bi dizîkî ve merasimên cenaze li dar dixe.
Herî dawî, li ser rêya Licê, di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de pevçûnek qewimî, di encamê de berbaze (astsubay) û çawişek pispor hatibûn kuştin. Walîtiya Amedê nivîsek şand û ragihand ku dê ji bo her du leşkerên hatin kuştin di 1’ê tebaxê de, saet di 16.30 de merasimeke sergirtî bê kirin.
Beriya niha jî, ji bo leşkerên di 27’ê tîrmeha 2012 di encama teqînekê de mirin, merasimeke bi dizîkî ve hatibû kirin.
ANF’ê di 4’ê hezîranê de nûçeya “Ji bo leşkerên li Licê mirin merasima veşartî!” weşand û di nûçeyê de hat gotin ku Walîtiya Amedê der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Licê Ercan Kurt û çawişê pispor Abdullah Acici de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê îro demjimêr di 15.45 de ji bo her du leşkeran li Nexweşxaneya Leşkerî merasimek bê lidarxistin û diyar kir ku merasim dê ji çapemeniyê re girtî pêk bê.
Alîkarê Serokê CHP’ê û Parlementerê Stenbolê Gursel Tekîn vê di 1’ê hezîranê de li Bûrsayê daxuyaniyek dabû û gotibû; “Her çendî çapemenî veşêre jî, lê di van sê mehên dawiyê de zêdetirê 150 leşkerên me şehîd bûne û dayîk digirîn.”