Li Amedê bi hezaran kes li hev civiyan, polîsên Tirk êrîş kirin-HAT NÛKIRIN
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Cizîr û Sûrê li hev civiyan. Lê belê polîsan êrîş kirin.
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Cizîr û Sûrê li hev civiyan. Lê belê polîsan êrîş kirin.
Bi hezaran kes li Amedê li ser banga DBP, HDP, KJA, KCD, DEM-GENÇ û rêxistinên civakî yên sivîl, li dijî komkujiyên li navçeyên Cizîr û Sûrê li hev civiyan. Girseya gel a di nav de Parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Dîrayet Taşdemîr, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî di nav de bû, li Parka Koşûyolû li hev kom bû.
Girseya gel bênavber dirûşmên "Dewleta kujer, ji Kurdistanê bicehime", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Cizîrê" qîriya.
Lê belê polîsan bi gaza îsotê ya çavan dişewitîne û ava şid êrîşî gel kirin.
Pevçûna bi êrîşa polîsan re destpê kiri li kolana Emek, semtên Koşûyolû û Ofîsê belav bû. Girseya gel di nava kolanan de dest bi xweparastinê kir.
Li derdorê bi dehan maşînên zirxî û wesayîtên Ford Ranger digerin.