Li Amedê berxwedan û êrîş didomin/HAT NÛKIRIN

Di encama êrîşa polîsan a li ser çalakiyên bi armanca protestokirina dorpêça li ser Sûrê de 1 jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Di encama êrîşa polîsan a li ser çalakiyên bi armanca protestokirina dorpêça li ser Sûrê de 1 jê zarok 2 kes birîndar bûn.

Di encama gulebarana polîsan a li Baglarê de Recep Çanak (26) ji pişta xwe birîndar bû.

Çanak ê ku rewşa wî giran e, rakirin Nexweşxaneya Taybet a Baglarê. Hate ragihandin ku zarokê bi navê M.V.K (17) di encama tiştekî di dest de teqiyayî ye de birîndar bûye.

Her du birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin.

Li Cadeya Gevran a Ofîsê jî ciwanek ji ber fîşeka gazê li sera ket birîndar bû. Ciwanê birîndarbûyî ji aliyê gel ve bi taksiyekê rakirin nexweşxaneyê.

Di tevahiya bajar de berxwedan û êrîş didomin.

...