Li Amedê berxwedan mezin û geş dibe-HAT NÛKIRIN III
Bi armanca şikandina dorpêçiyê û destekkirina berxwedanê, bi hezaran kes ji bo bimeşin navçeya Sûrê, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan.
ANF
AMED
sêşem, 22 berfanbarê 2015, 14:06
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Nûrsel Aydogan, Ziya Pîr û Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê jî di nav de bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin li hev civiyan. Piştî xwendina sirûda Çerxa Şoreşê, girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Sûrê", "Ji gerîlayên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "Amed îsyan e, Sûr silav e", "PKK gel e gel li vir e", "Ciwan li vir in, Esedûllah li ku ne", "Gelê Sûrê ne bi tenê ye" dest bi meşê kir.
Li ber devê çarrêya Deriyê Çiyê, hêzên dewletê bi maşînên zirxî bend danîn û dor li girseyê girtin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan li vê derê daxuyaniyek da û got, "Di 21 roj ên li Sûrê de pêwîstiyên jiyanî yên mirovan jî peyda nabin. Em bang li hikûmetê dikin, ev pirsgirêk ancax bi çareserî û diyalogê çareser bibe. Divê derhal heyetek biçe bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Yekane mûxatabê vê pirsgirêkê li Îmraliyê ye. Em bi awayekî zelal vê dibêjin, di ti serdema dîrokê de zalim bi ser neketin. Yên bi ser ketin her tim mezlûm û berxwedêr in."
Piştî daxuyaniyê girseya gel meşa xwe ya ber bi Sûrê ve dewam kir. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşî gel kirin. Gel jî bi keviran dest bi parastina xwe kir. Berxwedana gel li nava kolanan dewam dike.
Bûyerên li Deriyê Çiyê destpê kirin, li taxa ofîsê belav bûn. Li vê derê jî, hêzên dewletê bi ava şid û gaz îsotê êrîşî gel kirin. Her wiha bi Rangeran li nava kolanan digerin. Li Koşûyolû jî, li dijî êrîşên polîsan jî ciwan bi qîrîna dirûşmên "Her der Sûr e, her der berxwedan e" li ber xwe didin.
Li kolana Goçmenlerê, ji ber ku polîsên Tirk guleyên rastî ber dan gel, ciwanek ji pişta xwe ve birîndar bû. Ciwanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl.