Li Amedê 2 stasyonên bazê hatin şewitandin

Yekîneya Bersivdanê ya Zîlan Botan li Amedê agir berda du stasyonên bazê.

ÇALAKIYA LI AMEDÊ

Yekîneya Bersivdanê ya Zîlan Botan ragihand ku 4'ê Sibata 2025'an saet di 00:55'an de yekîneya wan li taxa Bariş a navçeya Peyasê ya Amedê agir berdan stasyona bazê ya li pêşberî girtîgeha nû. Hate ragihandin ku stasyon bi temamî şewitî.

Li gorî daxuyaniyê 9'ê Sibata 2025'an jî saet di 01:00 de stasyona bazê ya li derdora Sîteya Bariş a li taxa Firatê ya Amedê hate şewitandin.