Li Agirî û Îdirê 4 kes hatin girtin
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de girtin berdewam dikin. Li Agirî û Îdirê bi giştî 4 kes hatin girtin.

Li navçeya Panos a Agiriyê, 8 kesên ku roja yekşemê piştî bîranîna Komkujiya Roboskê hatibûn binçavkirin piştî karên emniyetê derxistin dozgeriyê. Ji 8 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, ciwanên bi navê Yusuf Tur, Alîcan Guneş û Îlhan Zencîr bi îddiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin, 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Ciwanên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê
Li Îdirê jî kesek hate girtin
5 welatiyên ku li bajaroka Halfelî ya Îdirê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin îro derxistin dozgeriyê. Ji 5 welatiyên ku sewqî dadgehê hatin kirin 4 kes serbest hatin berdan, welatiyê bi navê Azat Karakaş jî bi îddiaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin û ew şandin Girtîgeha Îdirê.
Li Îdirê jî ji 24'ê Tîrmehê heta niha ji sedî zêdetir welatî hatin binçavkirin û 49 kes bi hincetên cûda hatin girtin.